Li nêzîkî sînorê Wanê erd hejiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî ragihandina AFADê, li Wanê erd bi pile 5.7 hejiya. Erdhej li ser sînorê Îran û Wanê nêzîkî navçeya Elbakê rû daye û li gorî agahiyên destpêkê rewşek neyînî derneketiye holê.

Ji aliyê saziya fermî ya dewletê AFADê ve hat ragihandin ku demjimêr 13.08ê li aliyê Îranê nêzîkî sînorê Elbaka Wanê erdhejek bi pileya 5.7 rû daye.

 Li gorî agahiyên AFADê kûrahiya erdhejê 7 kîlometre ye.

 Erdhej li gundê Khoy ê Rojhilat rû daye û 59 kîlometre nêzîkî Elbaka Wanê ye. Li gorî çavkaniyên herêmî rewşek neyînî derneketiye holê.