Hiqûqnas: Biryara qûtkirina alîkariya darayî ya HDPê ne hiqûqî ye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxwaz ji Dadgeha Bilind dike ku doza girtin û qûtkirina alîkariya darayî ya li ser HDPê piştî hilbijartinê were encamdan.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxwaz ji Dadgeha Bilind dike ku doza girtin û qûtkirina alîkariya darayî ya li ser partiya xwe piştî hilbijartinê were encamdan. Çavdêrên siyasî beriya hilbijartinê ragihandina biryara girtinê wek dizaynkirina siyasetê dest nîşan dikin. Li gor hiqûqnasan jî doza girtin û blokkirina hisaba vê partiyê li dijî qaîdeyên hiqûqê ye.

Bi banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê nirxandina biryara qûtkirina alîkariya darayî û doza girtina vê partiyê de gelek hiqûqnas, siyasetmedar li Stenbolê kom bûn.

Hiqûqnas Cîhan Aydin amaje dike heta doza girtinê encam nede biryara qûtkitirina alîkariya darayî li dijî maddeyên yasayê ye loma doza hatiye vekirin ne hiqûqî ye.

Cîhan Aydin ji K24ê re diyar kir: “Li gor madeyên 49 û 159 ên destûra vî welatî piştî ku piraniya endamên dadgeha bilind biryara girtinê bo partiyê da wê demê biryara blokkirina hesabê tê dayîn. Ev biryar nîşaneya îhsasî rey e, yanî dadgeh xwe dibe aliyekê ku ev jî ji hêla hiqûqê ve nayê qebûlkirin.”

Beriya hilbijartinê ragihandina biryara girtinê yan blokkirina hesabê HDPê ji aliyê çavdêrên siyasî ve di ser darazê re wek dîzaynkirina siyasetê tê nirxandin.

Çavdêrê Siyasî Erdogan Aydin ji K24ê re ragihand: “Eger biryara girtinê were dayîn rêvebirineke antîdemokratik dê li vî welatî xurttir bibe. Biryar bêguman dê tesîr li helwesta dengderên HDP jî bike. Ez vê dozê wekî sizakirineke siyasî û plankirî dibînim ku nêzîkî hilbijartinê rû dide.”

Serdozgerê Komara Daraza Bilind bi hinceta “pêwendîdanîna bi rêxistina terorê re” ji bo 451 HDPyiyan qedexeya siyasetê, girtina HDP û qûtkirina alîkariya maddî ya 539 milyon lîreyê Tirkiyê ku di parlamentoya vî welatî de hatibû pejirandin ji dadgeha bilind daxwaz kir.

Ji bo girtina partiyê pêwîst e ji 15 endamên dadgeha bilind 10 kes bêjin erê. HDP serî li dadgeha bilind da, da ku doz piştî hilbijartinê were encamdan.