Mesrûr Barzanî ligel çend karsazên cîhanî berfirehkirina hinardeya berhemên Kurdistanê gotûbêj kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh Sêşemê li Swîsreyê ragihand, biryar e Herêma Kurdistanê veberhênana xwe li piraniya sektoran berfireh bike, ji wan jî berfirehkirina hinardekirina berhemên navxwe bo derveyî welat.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh Sêşemê li Swîsreyê ragihand, biryar e Herêma Kurdistanê veberhênana xwe li piraniya sektoran berfireh bike, ji wan jî berfirehkirina hinardeya berhemên navxwe bo derveyî welat.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di twîtekê de li Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davos 2023 ya li Swîsreyê nivîsand: “Ez li ser pêşvebirina rêyên nû yên bazirganiyê, hinardekirin û veberhênana di warên din de, wek bankî, enerjî û teknolojiya darayî, rijd im.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema borî de berhemên hinaran hinardeyî hejmarek welatên Kendavê, wek Erebistana Siûdî, Uman, Behreyn û Îmaratê kir û tekezî li ser amadekariya hinardekirina çendîn berhemên din ên navxwe kir, ji wan berheman; tirî, hingiv û çend berhemên din.

Di çarçoveya Korbenda Davosê de ku dema pênc rojan berdewam dibe, Mesrûr Barzanî roja Sêşemê 17ê Çileya 2023an ligel hejmarek ji karsazên cîhanî civiya, ji wan; Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniya Lulu Group a Navdewletî ya Hindistanê Yûsif Elî, ku baregeha wê li welatê Îmaratê ye, Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniya Majid Al Futtaim Hanî Weys, herwiha Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniyên ADQ yên Îmaratî Mihemed El Siweydî.

Projeya hinardekirina berhemên xwemalî bo bazarên cîhanê, beşek e ji plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pirrengkirina aboriyê, herwiha berfirehkirina pêwendiyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîhanê.

Beriya niha jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kiribû ku şiyana Herêma Kurdistanê heye wek "sepeta xurekê" ya Iraq û herêmê, pêwîstiyên bazarê dabîn bike.