Rêxistinên Kurdî li Enqerê serdana partiyên siyasî kirin

Rêxistinên Kurdî yên wek Hereketa Azadî û HEZKURD li Enqera paytextê Tirkiyê bi partiyên siyasî re hevdîtinên xwe pêk tînin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Rêxistinên Kurdî yên wek Hereketa Azadî û HEZKURD di dema ku proseya hilbijartina dersên Kurdî berdewam dike û behsa destûreke nû tê kirin, li Enqera paytextê Tirkiyê bi partiyên siyasî re hevdîtinên xwe pêk tînin. Di wan hevdîtinan de perwerdehiya zimanê Kurdî û statûya Kurdî, mijarên van hevdîtinan e. Rayedarên wan rêxistinan dibêjin ew ê li gel hemû partiyên siyasî bicivin.

Li Tirkiyê di vê demê de ku xebatên hilbijartina dersên Kurdî berdewam dikin, şandeyên Hereketa Azadî û HEZKURD serdana partiyên siyasî dikin. Şandeya ku ji Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî û Koordînatorê Giştî yê HEZKURDê Fevzî Bulgan pêk tên, piştî serdanên xwe yên li gel partiyên DEVA, HUDAPAR û partiya Dengê Tirkiyê, li Navenda Giştî ya Partiya Pêşerojê ligel Ahmed Davutoglu jî hevdîtinek pêk anîn û ji aliye HEZKURDê ve seta ku ji pirtûkên Kurdî pêk tê diyariyê serokên partiyan hate kirin.

Berpirsên Hereketa Azadî diyar dikin ku bi rêyekê Tirkiye dikare ji qeyranên heyî xelas bibe û hevdîtinên gel partiyan jî sûdbexş bûne.

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî ji K24ê re diyar kir: “Her çend Tirkiye gavên erênî bo miletê Kurd biavêje, zûtirîn dikare ji vê qeyranê derkeve. Em bi vê hişmendiyê hatine û serlêdana hemû partiyan dikin. Beriya niha jî em li gel Davutoglu rûniştine bi awayekî germ pêşwaziya me kirin. Ji me hemûya pêşdatir daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî kir, me sipasiya wan jî kir. Înşallah miletê Kurd, siyasetmdarên Kurd û rewşenbîr hewlên wan ya sereke fermîbûna zimanê Kurdî bibe.”

HEZKURD jî raporta ku derbarê zimanê Kurdî de amade kiriye pêşkeşî partiyên siyasî dike û di hevdîtina li gel Davutoglu de jî biryara parastina zimanê Kurdî hatiye dayîn.

Koordînatorê Giştî yê HEZKURDê Fevzî Bulgan ji K24ê re ragihand: “Derheqê perwerdehiya zimanê Kurdî de pêşniyarên me hebûn û me raporteke kin pêşkêş kir. Li derheqê zimanê Kurdî de me raportek amade kir û pêşkeşî Birêz Davutoglu kir. Wî ser Kurd zehf axaft û got Kurdî zimanê me ye. Tirkî çawa zimanê me be Kurdî jî zimanê me ye, lazim e em hemû zimanan biparêzin. Lazim e Tirk, Kurdan û Kurdî biparêzin.”

Herwiha şandeya HEZKURD û Hereketa Azadî di parlementoya Tirkiyê de li gel rayedarên HDPê jî hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinên heta niha hatine kirin de amadekariyên destûra nû, dersên bijarde yên Kurdî, di destûrê de statûya Kurdan û naskirina zimanê Kurdî û geşedanên di siyasetan navxweyî ya Tirkiyê de hatine nirxandin. Herwiha şandeya rêxistinên Kurdî daxwaza hevdîtinê ji partiya deshilatdar AK Partî, CHP û Saadetê re jî kirine, lê heta niha bersiveke erênî wernegirtine.