Li bajarê Xoyê erdhej rûda

Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ku 45 kîlometre dûrî bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ye, erdhejeke din jî rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ku 45 kîlometre dûrî bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ye, erdhejeke din jî rûda.

Li gor zanyariyên li ser malpera Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) a Tirkiyê, di demjimêr 17:55 xulekan de li bajarê Xoyê bi hêza 4,5 pile erdhej qewimî.

Hat ragihandin ku erdhej 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye û li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî hatiye hîskirin.

Îro di nav rojê de li bajarê Xoyê bi hêza 5,7 pile erdhejeke din qewimîbû û li bajarên Wan û Colemêrgê hatibû hîskirin.