Serokayetiya Herêma Kurdistanê derbarê serdana Brett McGurk de daxuyaniyek belav kir

Serokayetiya Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li serdana vê dawiyê ya şandeya Hikûmeta Amerîkayê bi serokatiya Nûnerê Serokê Amerîkayê yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê karûbarên jêrxana cîhanî û ewlehiya enerjiyê Amos Hockstein kir.

Hewlêr (K24) – Serokayetiya Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li serdana vê dawiyê ya şandeya Hikûmeta Amerîkayê bi serokatiya Nûnerê Serokê Amerîkayê yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk û Nûnerê Serokê Amerîkayê yê karûbarên jêrxana cîhanî û ewlehiya enerjiyê Amos Hockstein kir.

Di daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin: “Em pêdagirî û piştevaniya xwe ji bo pêwendiyeke bihêz û berhemdar ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê digel Hikûmeta Amerîkayê li ser bingeha rêkeftina Çarçoveya Stratejîk careka din dupat dikin.”

Herwiha hat destnîşankirin: “Herêma Kurdistanê li pêşberî rewşek nediyar û çendîn pirsgirêkan daye. Îro ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî û hevkariya navbera hemû aliyan da heye, bi taybetî di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku bi hev ra paşeroja vê herêmê di destê wan daye.”

Serokayetiya Herêma Kurdistanê diyar kir: “Em bang li hemû hêzên siyasî dikin ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û pirsgirêkên xwe bi diyalog û li hevkirinê bi sîngek berfireh çareser bikin. Ya ku me dike yek û li hev dicivîne ji ya ku me ji hev vediqetîne pir mezintir e. Ji bona ku em bikaribin careka din aramî û yekrêziyê vegerînin, ji bona ku em bikaribin berjewendiyên welatiyên Herêma Kurdistanê biparêzin û pêşbixin, divê em hemû bi berpirsiyarî tevbigerin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye ragihandin: “Em pêşwaziyê li pêşkeftinên berdewam yên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da dikin. Tevî zehmetiyên berê, lê em geşbîn in ku di çarçoveya destûra Iraqê da, em dikarin pirsgirêkên hêlawestî digel Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û kabîneya wî çareser bikin.”