Amerîka tekezî li yekrêziya Kurd dike

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê, bi rêya Twitterê tekezî li yekrêziya Kurd dike.

Hewlêr (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê, bi rêya Twitterê tekezî li yekrêziya Kurd dike.

Îro Çarşemê 18ê Çileya 2023an, Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê twîtek belav kir û ragihand: “Rêkxerê Koşka Spî bo Karûbarên Asayîşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk di civînan de ligel her yek ji Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berpirsên YNKê, tekezî li ser girîngiya yekrêziya Kurd kiriye, ji bo pêşvebirina berjewendiyên hevbeş û xweşguzeraniya Herêma Kurdistanê û gelê Iraqê.”

Di çend rojên borî de Rêkxerê Koşka Spî bo Karûbarên Asayîşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk gihîşte Hewlêrê û ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya.