Li Mêrdînê êrîş li otomobîleke Duhok hat kirin: 4 kesan canê xwe ji dest dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Merdînê yê bakurê Kurdistanê êrîşeka çekdarî li dijî otomobîla welatiyên Herêma Kurdistanê hate kirin, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, derengê şevê li ser riya bajarokên Artukluyê û Nisêbînê yê bajarê Mêrdînê li nêzikê devera Yenîkoyê êrîşeka çekdarî li dijî otomobîleke Duhokê ye hatiye kirin.

Li gorî zanyariyan di encamê de, 3 kesan canê xwe ji dest dane û 2 kes jî bi giranî birîndar bûne û ji bo nexweşxaneya Nisêbînê hatine rakirin. Piştre kesekî din ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên K24ê, qurbaniyên êrîşê, ji malbateke Kurd a ji parêzgeha Duhokê ne û bi otomobîla xwe çûne Bakurê Kurdistanê.

Dr. Faris ku endamekî wê malbata Duhokî ye ji K24ê re ragihand, 5 endamên malbata wan dixwastin ji bo çareseriya bijîşkî biçin Diyarbekirê, lê li ser rê li nêzîkî Nisebînê rastî êrişê hatin.

Heta niha sedema êrîşê nayê zanîn û di derbarê mijarê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.