Çavuşoglu: Em li bendê ne Amerîka qebûl bike firokeyên F-16 bifroşe Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li Washingtonê daxwaz ji Amerîkayê firokeyên F-16 bifiroşe Tirkiyê û alîkariyên ji bo HSDê bi dawî bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî civîna ligel hevpostê xwe yê Amerîkî Antony Blinken ragihand, girîngtirîn rojeva civîna wan, pirsa firokeyên F-16 bû û ew li bendê ne ku Amerîka qebûl bike firokeyên F-16 bi nirxê 20 milyar dolarî bifroşe Tirkiyê. Diyar kir jî: “Ev firotina plankirî li gorî berjewendiyên stratejîk ên hevpar ên Washington û Enqerê ye.”

Çavuşoglu diyar kir, çi pêwendiya kirîna firokeyên F-16 bi endamtiya Swêd û Fînlandayê bo NATOyê de nîne û divê Kongressa Amerîkayê van her du pirsan bi hev ve girê nede.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê careke din ji Amerîkayê xwast ku dawiyê li alîkariyên ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re bîne.

Berî çend rojan çend rayedarên Amerîkî ji rojnameya The “Wall Street Journal” re eşkere kiribûn, îdareya Joe Biden ji Kongressê daxwaz dike, bi qasî 20 milyar Dolar rizamendî li ser firotina 40 firokeyên şer ên F-16an bide Tirkiyê. lê belê mercê Kongressê ji bo firotina firokeyan bo Tirkiyê ew e ku Enqere razemendiyê ji bo tevlîbûna Swêd û Fînlanda bo NATOyê nîşan bide.

Senatorê Demokrat Chris Van Hollen jî ragihandibû: “Êrîşên dubare yên Tirkiyê li ser hevalbendên me Kurdên Sûriyê, berdewamiya nêzîkbûna bi Rûsyayê re û derengxistina endamtiya Swêd û Fînlanda di NATOyê de, sedemên cidî yên dilgiraniyê ne.”