Li Efxanistanê ji ber sermaya dijwar herî kêm 70 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên Efxanî ragihandin, ji ber pêla sermaya dijwar herî kêm 70 kes di hefteyekê de canê xwe ji dest dane.

Li gorî dîmenên li tora civakî hatine belavkirin, ji ber barîna berfê rê li gelek wîlayetên naverast û bakurê Efxanistanê girtin, di heman demê de li wîlayeta Ghor a naverast welat pileya herî nizim a (33 pile di bin sifrê re) hat tomarkirin.

Rêveberê Keşnasiyê Mihemed Nesîm Muradî ji ajansa “AFP” re got: “Ev Zivistan di salên dawî de, ya herî sar e. Tê pêşbînîkirin ku pêla sermayê hefteyek din an zêdetir berdewam bike.”

Sermayê li welatekê ku bi yek ji xirabtirîn qeyranên mirovahî yên cîhanê re, rûbirû ye rewş aloztir kiriye, di demekê de ku zêdetirî nîvê xelkê (dora 38 mîlyon Afxanî) bi bêewlehiya xwarinê ya dijwar re rû bi rû ne û 3 mîlyon zarok jî di bin metirsiya kêmxwarinê de ne.