Mesrûr Barzanî bang li dewleta Tirkiyê dike sedemên êrîşa li Mêrdînê aşkere bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa li parêzgeha Mêrdînê şermezar dike û bang li dewleta Tirkiyê dike ku di zûtirîn dem de sedemên vê tawanê eşkere bike û tawabaran jî rûbirûyî dadgehê bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 19ê Çileya 2023an di peyamekê de ragihand, “Şeva borî li bajarê Nsebînê yê girêdayî parêzgeha Merdînê li Tirkiyê, di encama êrişa li ser welatiyên Herêma Kurdistanê, de 4 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar e. Ez pirse û sersaxiya xwe ya kûr digihînim malbat û kesûkarên wan û hevxemê wan im. Hêviya çakbûna bilez jî ji wî birîndarî re dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Di dema ku em bi tundî vê tawanê şermezar dikin, em bang li dewleta Tirkiyê dikin ku di zûtirîn dem de sedemên vê tawanê aşkere bike û tawabaran jî rûbirûyî dadgehê bike.