Sefîn Dizeyî: Wezareta Navxwe li ser bûyera Mêrdînê Konsulê Giştî yê Tirkiyê bangî wezaretê kir

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser bûyera şeva borî ya li parêzgeha Mêrdînê ji Kurdistan24ê re ragihand, ku Wezareta Navxwe, Konsulê Giştî yê Tirkiyê bangî wezaretê kiriye.

Hewlêr (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser bûyera şeva borî ya li parêzgeha Mêrdînê ji Kurdistan24ê re ragihand, ku Wezareta Navxwe, Konsulê Giştî yê Tirkiyê bangî wezaretê kiriye.

Sefîn Dizeyî sersaxî li malbata qurbaniyên êrîşa çekdarî ya li Mêrdînê kir û ragihand: “Wezareta Navxwe Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê bangî wezaretê kir, da ku em nerazîbûna xwe nîşan bidin.”

Li ser êrîşa çekdarî, Sefîn Dizeyî diyar kir, hatiye xwestin ku demildest lêkolînên cidî derbarê vê bûyerê de werin kirin û encama wê ji raya giştî re were ragihandin, kesên ku li paş vê êrîşê ne, bi rêya dadgehê werin cezakirin.

Şeva borî, li ser rêya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê êrîşa çekdarî li ser pênc endamên malbatekê hat kirin ku xelkê bajarê Duhokê bûn û di encama êrîşê de canê xwe ji dest dan.