Annalena Baerbock: Almanya mezintirîn dîasporaya Êzidiyan e

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock bi zimanê Kurdî derbarê naskirina jenosîda Êzidiyan de peyamek li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir û ragihand, niha welatê wê mala herî mezin a revenda Êzdiyan e.

Hewlêr (K24) – Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock bi zimanê Kurdî derbarê naskirina jenosîda Êzidiyan de peyamek li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir û ragihand, welatê wan niha mezintirîn dîaspora Êzîdî ya cîhanê ye.

Annalena Baerbock îro Pêncşemê 19ê Çileya 2023an derbarê biryara parlamentoya welatê xwe ya li ser naskirina jenosîda Kurdên Êzidî, peyamek belav kir û ragihand: “Bundestag biryar da ku navê sûcên DIŞIê yên li dijî Êzidiyan bike: jenosîd.”

Baerbock diyar kir: “Berî sê sala min jinên Êzîdî li bakurê Iraqê nas kirin: Ew hatibûn revandin, bûbûn kole û qurbaniyê destdirêjkirinê. Ev êşa wan min ti carî bernade. Bundestag biryar da ku navê sûcên DIŞIê yên li dijî Êzidiyan bike: jenosîd.”

Wezîra Derve ya Almanyayê destnîşan kir: “Em dizanin ku ti biryareke parlemantoya di vê cîhanê de nikare êşên wan ji holê rake. Lê ez ji kûr ve bawer im ku ev biryar cûdahiyekê çêdike: belê ev gavek girîng e ber bi qebûlkirina êşan, herwisa çespandina edaletê ji bo rizgarbûyan.”

Herwiha diyar kir: “Welatê me niha mezintirîn dîaspora Êzîdî ya cîhanê ye. Dengdana îro deyndarê rola wan a bê westan e.”

Piştî nirxandina yasayî ji aliyê lêkolînerên Neteweyên Yekgirtî, îro Pêncşemê 19ê Çileya 2023an, Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir.

annalena