Mesrûr Barzanî destxweşî li biryara Parlamentoya Almanyayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de hevpeyvîneke rojnamevanî encam da.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de hevpeyvîneke rojnamevanî encam da û di hevpeyvînê de destxweşî li Parlamentoya Almanyayê kir ji bo naskirina komkujiya Êzidiyan wek tawana jenosîdê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê diyar kir: “Parlamentoya Almanyayê komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas kir, ez destxweşiyê li Parlamentoya Almanyayê, beriya niha jî parlamentoyên Belçîka, Fransa û Holandayê jî dikim. Hêvîdar im ev tenê biryara parlamentoyê nebin, bi pratîk beşdariya kêmkirina êşên xwişk û birayên Êzidî bibin.”

Mesrûr Barzanî derbarê Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de destnîşan kir, îsal 2500 kes beşdarî korbendê bûne û mijarên enerjiya paqij, asayîşa xurekê û asayîş û seqamgîriya welatan, bi taybetî piştî serîhildana şer û kêşeyan li Ewropayê û herwiha guherîna keş û hewayê û bandorên wê, hatine gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Pêgeheke girîng a Kurdistanê heye, him ji aliyê enerjiyê û him jî ji aliyê xurekê ve. Ji aliyê asayîş û seqamgîriyê ve jî, beriya niha roleke aktîv a Kurdistanê hebûye di rûbirûbûna terorîzmê û di dabînkirina seqamgîriya navçeyê de.”