Cenazeyên qurbaniyên êrîşa Mêrdînê bi xakê hatin spartin

Cenazeyên wan pênc welatiyên parêzgeha Duhokê ku li ser rêya navbera Nisêbîn – Mêrdînê hatibûn kuştin, bi xakê hatin spartin.

Duhok (K24) – Cenazeyên wan pênc welatiyên parêzgeha Duhokê ku li ser rêya navbera Nisêbîn – Mêrdînê hatibûn kuştin, bi xakê hatin spartin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, piştî ku şeva borî cenazeyên pênc welatiyên ku li ser rêya navbera Nisêbîn – Mêrdîê hatibûn kuştin, vê sibê bi amadebûna bi dehan kesayetên olî û siyasî, li Mizgefta Xufran a li Duhokê nimêja cenaze hate kirin û piştre termên Hacî Ebdullah, hevjîn û keça wî, bo gundê Bagêra hat veguhestin û biryar e li wê derê werin veşartin.

Herwiha cenazeyên Mela Ehmed Celaledîn û dayîka wî, bo Şêladizê hatin birêkirin û biryar e ew jî li wê derê werin veşartin.

Kesûkarê qurbaniyan Herbî Rêkanî ji K24ê re ragihand, tohmetbar hatine desteserkirin, piştî taziyê, ew ê serdana Tirkiyê bikin û niha li Tirkiyê doz hatiye vekirin û ew ê hewl bidin tawanbar bigihin cezayê xwe.