Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê daxwaza zelalkirina bûyera Mêrdînê dike

Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê, kuştina pênc welatiyên Herêma Kurdistanê li ser rêya navbera Nisêbîn û Mêrdînê şermezar kir û ji rayedarên Tirkiyê daxwaz kir ku sedema êrîşê were zelalkirin.

Hewlêr (K24) – Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê, kuştina pênc welatiyên Herêma Kurdistanê li ser rêya navbera Nisêbîn û Mêrdînê şermezar kir û ji rayedarên Tirkiyê daxwaz kir ku sedema êrîşê were zelalkirin.

Rêveberê demkî yê Karûbarên Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê Xelîl Îbrahîm Mehmûd ragihand, kuştina pênc welatiyên parêzgeha Duhokê li ser rêya navbera Nisêbîn û Mêrdînê şermezar dikin û daxwaz dikin ku Enqere demildest daxuyanî bide û tawanbaran bide dadgehê.

Şeva 19ê Çileyê, li ser rêya navbera Nisêbîn û Mêrdînê li dijî otomobîleke welatiyên ji Duhokê êrîşeke çekdarî hate kirin, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Parêzgarê Merdînê ragihand, di lêpirsînan de 4 kesên bi navê M.Ş, F.A, A.Y û A.K ku wek gumanbarên bûyerê tên dîtin bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatin desteserkirin.

Îro Înê 20ê Çileyê, bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê 2 kesên din jî hatin desteserkirin û hejmara kesên ku hatine desteserkirin, bû 6 kes. Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê da zanîn ku lêpirsîna derbarê bûyerê de bi baldarî didome.