61 saziyên sivîl êrîşa li Mêrdînê şermezar kirin

"Ji bo ku bûyerên wisa careke din rûnedin, divê lêpirsîn bi awayekî şefaf were meşandin".

Mêrdîn (K24) – Li ser êrîşa li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê ku li ser rêya Nisêbîn- Mêrdînê hat kirin û di encamê xwe 5 welatiyên ji Duhokê canê xwe ji dest dan, 61 saziyên sivîl daxuyaniyek dan û ragihandin, “ji bo ku bûyerên wisa careke din rûnedin, divê lêpirsîn bi awayekî şefaf were meşandin”.

Saziyên sivîl li bajarê Mêrdînê derbarê êrîşa şeva 19ê Çileyê de ku 5 welatiyên Herêma Kurdistanê di wê êrîşê de canê xwe ji dest dan, daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hat diyar kir: “5 kesên ku ji cîranê me yê bajarê Duhokê bi rêya Xabûrê derbasî welatê me bûn û li ser rêya Nisêbîn-Qoserê bi êrîşeke hovane hatin qetilkirin. Em ji bo qurbaniyan rehmet û ji malbatên wan ên xemgîn re sebr û sersaxiyê dixwazin. Ji ber desteserkirina gumanbarên kuştinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û radestkirina wan bo dadgehê, em spasiya xwe dikin.”

Herwiha hat eşkerekirin: “Lê belê, hêviya me ew e ku bûyerên bi vî rengî ti car rûnedin û derfet nedin vê yekê. Em hevxemê birayên xwe û cîranên xwe ne, ku bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Em kujeran bi tundî şermezar dikin. Em hêvî dikin ku lêpirsîna dozê bi awayekî şefaf û bi hûrgilî were meşandin.”

Şeva 19ê Çileyê, li ser rêya navbera Nisêbîn û Mêrdînê li dijî otomobîleke welatiyên ji Duhokê êrîşeke çekdarî hate kirin, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Parêzgarê Merdînê ragihand, di lêpirsînan de 4 kesên bi navê M.Ş, F.A, A.Y û A.K ku wek gumanbarên bûyerê tên dîtin bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hatin desteserkirin.

Îro Înê 20ê Çileyê, bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê 2 kesên din jî hatin desteserkirin û hejmara kesên ku hatine desteserkirin, bû 6 kes. Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê da zanîn ku lêpirsîna derbarê bûyerê de bi baldarî didome.