Siyasetmedarên Bakur: Divê êrîşa Mêrdînê ji hemû aliyan ve were ronîkirin

Partiyên siyasî derbarê êrîşa Mêrdînê de ku 5 welatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn qetilkirin, dibêjin; ev bûyer karesat e û divê ji hemû aliyan ve were ronîkirin û berpirs jî bi sizayê herî giran werin sizadan.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Partiyên siyasî derbarê êrîşa Mêrdînê de ku 5 welatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn qetilkirin, dibêjin; ev bûyer karesat e û divê ji hemû aliyan ve were ronîkirin û berpirs jî bi sizayê herî giran werin sizadan.

Bûyera li ser rêya Nisêbîna Mêrdînê rûdayî ku 5 welatiyên Herêma Kurdistanê bi êrîşeke çekdarî hatibûn kuştin bandoreke mezin li raya giştî kir û ji gelek aliyan ve bûyer wek karesateke dilsoj hat pênasekirin.

Partiyên siyasî jî amajekirin ku bûyerek wisa mezin û xembar divê ji hemû aliyan ve were ronîkirin ku ti şikek di serê ti aliyî de nemîne û kujer jî bi sizayên herî giran werin sizadan da ku raya giştî baweriya xwe ya hember hiqûqê winda neke.

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya HDPê Zeyad Ceylan ji K24ê re ragihand: “Em vê bûyerê şermezar dikin. Em hîn sedî sed hîn nebûne pişt perdê de bûyerek çawa heye. Çi dibe bila bibe meseleyek şermezarkirinê ye. Peywira hêzên berpirs ew e ku aliyê tarî yên vê bûyerê ronî bikin. Behsa pereyan tê kirin. Em hîn nizanin. Divê kesên nav bûyerê hemû werin aşkerekirin. Gumana me nîne ku hemû saziyên sivîl û demokratîk dê vê bûyerê bişopînin.”

Derbarê êrîşê de Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê da zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de 6 kes hatine binçavkirin û 2 kes piştî îfadeyê hatine berdan û lêpirsîn bi baldarî didome. Partiyên siyasî jî dibêjin divê pêvajoya darazê baş were şopandin û mafnas û hiquqnasên Bakurê Kurdistanê jî xwedî li dozê derbikevin û bişopînin.

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya CHPê Abdullah Atîk ji K24ê re diyar kir: “Di nava axa Tirkiyê de rûdaye. Ev kes ji Kurdistanê hatine Tirkiyê. Bi hovane hatine qetilkirin. Ji ber wê bixwazin dikarin vê bûyerê ronî bikin. Em dixwazin demildest bûyer were ronîkirin. Bila herkes bizanibe ka naveroka bûyerê çi ye.”

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya AK Partî Muhammet Şerîf Aydin jî derbarê bûyerê de ji Kurdistan24ê re axivî û amaje kir ku bi mixabinî di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û ew ji vê bûyerê gelek xemgîn e û Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê jî bi awayekî cidî li ser mijarê disekine.