Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta beşdarbûna merasîma salvegera kuştina Mihemed Baqir Hekîm serdana Bexdayê dike.

Bexda (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta beşdarbûna merasîma salvegera kuştina Mihemed Baqir Hekîm serdana Bexdayê dike.

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Bexdayê ragihand, îro Şemiyê 21ê Çileya 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike û beşdarî merasîma salvegera kuştina Mihemed Baqir Hekîm dibe.

Herwiha eşkere kir, li baregeha sereke ya Tevgera Hîkme her çar serokatiyên Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê û çendîn berpirsên bilind ên hikûmet û partiyên siyasî beşdarî merasîmê dibin.

Mihemed Baqir Hekîm di sala 2003an de piştî ku li bajarê Necefê li mezargeha Îmam Elî derket, otomobîleke bombekirî pê de teqiya û di encamê de ew û 84 kes hatin kuştin. Ji ber wê bûyerê çar tawanbar hatin desteserkirin û Emîrê El Qaîde yê li Iraqê Ebû Mûseb El Zerqawî bûyera teqînê li xwer girtibû.