Serokomarê Awusturyayê du hunermendên Kurd xelat kirin

Aleksander Van der Bellen xelata hunerî pêşkêşî hunermend Nîgar Hesîb Qeredaxî û Şemal Umer kir.

Hewlêr (K24) – Serokomarê Awusturyayê (Nemsa) Aleksander Van der Bellen xelata hunerî pêşkêşî hunermend Nîgar Hesîb Qeredaxî û Şemal Umer kir.

Êvara 19ê Çileya 2023an, li Koşka Serokomariya Awusturyayê, bi sernavê "Spas ku hûn hene", ahenga pêşkêşkirina xelata hunerî ya Awusturyayê ya sala 2022an hat lidarxistin û xelata hunerî pêşkêşî hunermend Nîgar Hesîb Qeredaxî û Şemal Umer hat kirin.

Di merasîmê de Nîgar Hesîb Qeredaxî ji Serokomarê Awusturyayê re got: “Em 30 sal berê wek du hunermendên Kurd penaberî vî welatî bûn, niha jî em kêfxweş in û şanaziyê bi wê yekê dikin ku cenabê we xelata hunerî ya Awusturyayê didin me.”

Navenda Şanoyê ya Lalişê di sala 1998an de li Viyenayê ji aliyê Nîgar Hesîb û Şemal Umer ve hat damezrandin û navendeke xwedî ezmûn e ji bo lêkolîn û performans û nimayîşkariya navbera kultûrên cuda. Di nava 24 salên xebata xwe de, geş bûye û bûye yek ji navendên herî girîng û navdar ên hunerê yên li Awusturyayê.

.
.
.