Li Diyarbekirê weşanxaneyeke nû hat avakirin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bi navê "Pall Weşan" weşanxaneyeke nû hat avakirin û bi 3 pirtûkên xwe yên bi navên "Siya yê Din, Lerz, Şeva Dizên Solstîsê" derket pêşberî xwendevanên xwe.

Weşanxane li ser armanca xwe diyar dike: “Pall Weşan, payîza 2022yan li Diyarbekirê bi mebesta weşandina kitêbên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî ava bûye. Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.”

Herwiha hat destnîşankirin: “Pall digel kitêbên telîf dê kitêbên wergerandî jî biweşîne. Dê li pey derfetan be ku digel berhemên klasîk ên bijare, berhemên nivîskarên hevçax wergerîne ser kurdî.”

Pall Weşan eşkere dike: “Dê ne tenê kitêban biweşîne, her weha dê çalakiyên fikrî û kulturî jî pêk bîne, dê hewl bide civîn, atolye û gotûbêjan saz bike, beşdaran di qadên cuda yên weşanê de perwerde bike. Dê podcastan amade bike, vîdeoyan biweşîne.”

Herwiha diyar dike: “Pall Weşan halê hazir bi Kurdî (Kurmancî) û Tirkî weşana xwe dike, lê piştî demekê dixwaze Kirmanckî jî lê zêde bike. Kitêbên Tirkî dê ji çaryekê (4/1) yên Kurdî nebihurin. Tenê xebat û lêkolînên li ser Kurdan û eleqedarî wan bi Tirkî dê ji bo weşanê bên qebûlkirin.”