Li Tirkiyê bihayê zêr gihiştiye asta herî bilind

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê bihayê zêr gihiştiye asta herî bilind a dîroka vî welatî. Grameke zêr li vî welatî bûye hezar û 167 lîre ku ev asta herî bilind a heta niha ye. Bi nêrîna pisporan hikûmeta Tirkiyê polîtîkaya daxistina faîzê berdewam bike, bihayê zêr dê her berztir bibe.

Zêdebûna bihayên zêr li sûk û bazarên li Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibe. Grameke zêr li vî welatî gihişt hezar û 167 lîre ku ev berztirîn bihayê zêr e di dîroka komara Tirkiyê de.Bi nêrîna kesên karê kirin û firotina zêran dike bihayên zêr rojên bê ji asta heyî jî dê derbas bike.

Zêrfiroş Cevat Korkmaz ji K24ê re got: “Niha zêr hêdî hêdî berztir dibe. Ji sala 2007an vir de heta niha nirxê zêr her zêdetir bûye. Li tevahiya cîhanê bihayê zêr ê ons gihiştiye asta herî bilind a 8 mehên dawîn. Rojên bê eger Bankaya Navendî ya Amerîkayê rêjeya faîzê zêde bike bêguman bihayên zêr jî dê zêdetir bibe.”

Derbarê sedema zêdebûna bihayên zêr de rûdanên kurewî û polîtîkaya faîzê ya li Tirkiyeyê wek sedemên sereke tên destnîşankirin.

Aborîzan Reşat Yilmaz dibêje: “Ev sê meh in rêjeya faîzê tê daxistin û beramberî vê bihayê dolar zêde dibe. Li gel zêdebûna bihayê dolar nirxê zêr jî zêde dibe. Ev her du girêdayî hev in. Eger hikûmet polîtîkaya faîzê neguherîne ihtîmaleke mezin di sala 2023an de grama zêr bigihije 2 hezar lîreyê.”

Li Tirkiyê rêjeya faîzê ji hêla Bankaya Navendî ve wek ji%9 hat diyarkirin. Bi her daxistina faîzê nirxê lîreyê Tirkiyê jî dadikeve li beramberî vê nirxê dolar û zêr zêdetir dibe. Ev jî wisa dike ku gelek kes veberhênana xwe li ser zêr û dolaran dike.