Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî li Bexdayê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî li Bexdayê civiyan.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çarşemê li Bexdayê ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî civiya û di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya piştevanîkirina li Hikûmeta Federal a Iraqê kirin, ji bo serkeftin di cîbicîkirina karnameya wê de li gorî rêkeftina siyasî ya pêkanîna hikûmetê, ku tê de derxistina çend yasayan li xwe digire.