Serok Barzanî biryara Parlamentoya Almanya ya naskirina jenosîda Êzidiyan bilind dinirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de, biryara Parlamentoya Almanyayê ya naskirina komkujiya Êzdiyan wek jenosîd, bilind nirxand.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Biryara Parlamentoya Almanyayê ya naskirina jenosîda Kurdên Êzidî, cihê pêzanîna me ye û gelekî bilind dinirxînin.”

Serok Barzanî dibêje: “Em spasiya hemû bidenghatin û piştgiriyên Almanyayê bo gelê Kurd dikin. Em li bendê ne ku welatên din ên Rojava jî ji bo pêkanîna dadperweriyê û nehîştina stemkariyê, biryarên hevşêweyê Parlamentoya Almanyayê bidin.”

Ev peyama Serok Mesûd Barzanî piştî wê tê, Parlamentoya Almanyayê roja Pêncşemê 19ê Çileya 2023an, komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir.

DAIŞê di Tebaxa 2014an de piştî dagirkirina Şingalê, yek ji xirabtirîn komkujî li dijî Êzîdiyan pêk anî. Kurdên Êzidî ketin ber pêla jenosîdkirinê û 6417 Kurdên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin, ku heta niha bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê karîne 3562 kes werin rizgarkirin û ewên din heta niha jî winda ne.

Her wiha beşek ji wan di gorên komî de hatine komkujî û jenosîdkirin, ku heta niha 83 gorên bi kom hatine dîtin û ligel wê jî, DAIŞê 68 goristan û perestgehên Kurdên Êzidî ji nav birine û wêran kirine.

Di komkujiya Şingalê de 2 hezar û 745 zarok bê dê û bav mane, ligel wê jî nêzîkî 400 hezar Kurdên Êzidî aware bûne û heta niha jî piraniya wan venegeriyane cih û warê xwe û di çadirên kampan de jiyaneke dijwar dijîn.