Xelkê Nisêbînê: Em hevxemê malbatên qurbaniyên Duhokê ne

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveber, nûner û xelkê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi daxuyaniyeke hevpar êrişa Nisêbînê ku pênc welatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn kuştin şermezar kirin. Xelkê Nisêbînê gotin ku; heger wan bizanibûya dê bûyereke bi vî rengî rû bide dê wan xwe bikara mertal û rê nedidan ku birayên wan yên Dihokî bêne kuştin.

Rêveber û nûnerên saziyên sivîl yên navçeya Nisêbînê li bazara navçeyê hatin cem hevdû û bi daxuyaniyeke hevpar, êrişa Nîsêbînê ku di encama wê de pênc welatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn kuştin şermezar kirin. Nûnerên saziyan xemgîniya xwe anîn ziman û gotin ku; ew jî hevxemên malbatên qurbaniyan in.

Êrişa li hemberî her du malbatên Herêma Kurdistanê di nava civaka Bakur de xemeke mezin peyda kir. Bi taybetî li Nisêbîn û Mêrdînê xelk bi êrişê êşiyan e û dibêjin ew qebûl nakin ku êrişkar ji Nisêbînê bin û êrişakaran bi tundî şermezar dikin. Xelk dibêje; ji ber ku careke din bûyereke bi vî rengî rû nede çi ji destê wan bê dê bikin.

Kurdên Bakur dibêjin; ti ferq di navbera kurdan de nîn e û qurbanî jî birayên wan in û sersaxiyê li kesûkarên qurbaniyan didin. Li Nisêbînê di şeva 19ê Rêbendanê de di encama êrişeke çekdarî de 3 jê jin, 5 welatiyên Dihokê hatibûn kuştin. Derbarê bûyerê de 4 tometbar hatine desteserkirin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.