Şêx Meqsûd.. Termên 14 kesan ji bin avahiya hilweşyayî hatin derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê avahiyeke 5 qatî hilweşiya û heta niha 14 kesan canê xwe ji dest dane.
Jêderekî ji taxa Şêx Meqsûd ji K24ê re ragihand, îro berbangê li kolana Şêx Marûf a Şêx Meqsûd a avahiyeke 5 qatî ku 7 malbat tê de bi cih dibûn bi ser wan de hilweşiya.
Da zanîn, tîmên hawarhatinê, hêzên asayişê û hejmarek ambulans li cihê bûyerê kom bûne û hewla rizgarkirina xelkê asêmayî didin.
Li gorî zanyariyên wî jêderî, tîmên hawarhatinê heta niha karîne zarokekî 15 salî û kalemêrekî rizgar bikin, her wiha termên 14 kesan ji bin avahiya hilweşyayî derbixin ku piraniya wan koçberên Efrînê ne û ji bo nexweşxaneya Yasîn hatine veguhastin.
Sedema hilweşîna heta niha nayê zanîn û xebatên ji bo rizgarkirina kesên asê mayî jî didomin. Tê pêşbînîkirin jî, hejmara qurbaniyan zêde bibin.
Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, piraniya niştecihên wê Kurdên Efrînê ne, piştî dagîekirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran ve, hejmarek mezin ji koçberên Efrînê lê bi cih bûne.