Miftiyê Mêrdînê li gel şandeyekê ji bo pêşkêşkirina sersaxiyê serdana Dihokê dike

Diyarbekir (K24) – Ji bo ku sersaxiyê li kesûkarên her pênc qurbaniyên êrişa Nisêbînê bikin, Miftiyê Mêrdînê li gel şandeyekê serdana Dihokê dikin. Miftiyê Mêrdînê got; ew bi vê bûyerê gelekê xemgîn bûne û hevxemên kesûkarên qurbaniyan in.
Miftiyê Mêrdînê Elî Heyrî Çelîk li gel şandeyekê ku ji serok û rêveberên komele, weqif, sendîka, saziyên sivîl û rojnamevanan pêk tê ji bo ku sersaxiyê li kesûkarên malbatên her pênc qurbaniyên êrişa Nîsêbînê bidin îro (22.01.2023) serdana Dihokê dikin.
Ji beriya ku şande bi rê bikeve Miftiyê Mêrdînê Elî Heyder Çelîk got; ew bi vê bûyera diltezîn gelek xemgîn bûne û ji bo ku êşa kesûkarên qurbaniyan parve bikin diçin Dihokê. Miftî got; ew naxwazin ti caran bûyerên bi vî rengî rû bidin û ew hevxemên êşa bira, cîran û mêvanên xwe ne û kujeran bi tundî şermezar dikin.