Kurdistan24 wêneyê bergumanê sereke yê êrîşa Mêrdînê belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî zanyariyên K24ê, bergumanê sereke yê bûyera Merdînê ku tê de 5 welatiyên Duhokê hatin kuştin, bi navê (F.A) ye û çend sal in li komelgeha Avrocity ya Duhokê di beşa mekanîkê de kar dikir, pêwendiya wî bi malbatên qurbaniyan re hebû û zanîbû ku ew 5 welatî dê serdana Tirkiyê bikin û wî berî wan serdana Merdînê kiriye û plana kuştina wan daniye.

Roja 19ê vê mehê 5 welatiyên Duhokê ku ji bo wergrtina çareseriya bijîşkî berê xwe dan Bakurê Kurdistanê û di rê de çend çekdaran rê li wan girt û ew hemû dan ber guleyan û reviyan.