Tometbarên êrîşa Mêrdînê bo dadgehê tên birin

Dema veguhastina tometbarên êrîşa Mêrdînê - Wêne: Hesen Kako
Dema veguhastina tometbarên êrîşa Mêrdînê - Wêne: Hesen Kako

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser êrîşa li dijî welatiyên Duhokê li Mêrdînê, 6 kes hatine desteserkirin, ew  tohmetbar îro arasteyê dadgehê tên kirin.

Roja 19ê vê mehê 5 welatiyên Duhokê bi armanca wergirtina çareseriyên bijîşkî, bi otomobîla xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn û li ser riya Mêrdînê bi çekan êrîş li wan hatibû kirin û di encama bûyerê de her pênç welatiyên Duhokê canê xwe ji dest dabûn.

Piştî êrîşa Mêrdînê, ya hejmarek kes hatibûn desteserkirin, du ji wan piştî wergirtina îfadeyên wan hatibûn berdan. îro jî 6 tohmetbarên ku di nava wan jinek jî heye, bo Dadgeha Mêrdînê hatin birin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, ew tometbar di nava tedbîrên ewlehiyê yên tund de bo dadgehê tên veguhastin û proseya darizandina wan dest pê bike.