Fraksiyona PDK: PDK ne li dijî sererastkirina yasaya hilbijartinan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Zana Mela Xalid ragihand, ti nerazîtiya PDKê li ser sererastkirina yasaya hilbijartinan nîne.

Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê di konfraseke rojnamevanî de ragihand, ew PDK bi wê yekê re ye ku hilbijartinên îsal bên lidarxistin û divê astengiyên li pêşiya hilbijartinan bên rakirin.

Got jî, niha dema sererastkirina yasaya hilbijartinan e û PDK ne li dijî wê yekê ye ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi awayê firehbazneyî (4 bazneyan) bê kirin û ji bo vê yekê jî dê bikevin nava danûstandinan.