Li Hewramanê pênc kolber birîndar bûn

Pênc kolberên ji devera Hewramanê ya li sînorê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, bi teqeyên hêzên çekdar ên Îranê birîndar bûn.

Hewlêr (K24) – Pênc kolberên ji devera Hewramanê ya li sînorê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, bi teqeyên hêzên çekdar ên Îranê birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand, ji ber teqeyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê li sînorê Newsûd yê li devera Hewramanê, pênc kolber birîndar bûn.

Rojek beriya vê bûyerê, Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Behadûrî Cehrûmî gotibû, hikûmet kolberan wek qaçaxçî nabînin û piştevaniya wan dike.

Li gor amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, di nava sala 2022an de hêzên Îranê 209 car teqe li kolberan kirine û di encamê de 33 kolber hatine kuştin û 176 kolber jî birîndar bûne.