Li Diyarbekir û Dîlokê bûyerên trafîkê: 3 mirî û 10 birîndar

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê barhilgirek û du otomobîl li hev qelibîn, di encamê de polîsekî canê xwe ji dest da. Li Dîlokê jî mînîbusek û du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Li Diyarbekirê otomobîla bi plakaya 34 FPH 196, pêşî li otomobîla bi plakaya 46 AFF 530 a ku polîsekî diajot, piştre jî li barhilgira bi plakaya 27 AHF 226 qelibî.

Piştî agahdarkirinê, polîs, ambulans û agirkuj gihîştin cihê bûyerê. Di bûyerê de polîsekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Birîndar bo nexweşxaneyên li bajêr hatin veguhestin.

DÎLOK

Li bajarê Dîlokê welatiyê bi navê Îzzet Samet A. bi otomobîla xwe li mînîbusa welatiyê bi navê Ahmet K. û li otomobîla welatiyê bi navê Mehmet B. qelibî.

Li ser agahdarkirinê, polîs, ambulans û agirkuj gihîştin cihê bûyerê. Di bûyerê de welatiyê bi navê Kamîl Akgun û hevjîna wî Necla Akgul canê xwe ji dest dan û 5 kesên di wesayîtê de birîndar bûn.

Birîndarên ku ji aliyê tîmên agirkuj ve ji wesayîtê hatin derxistin, bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.