Wezîrê Derve yê Awusturyayê: DAIŞ hîn jî gef e

Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg derbarê gefên DAIŞê de bersiva pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê da û ragihand, DAIŞ hîn jî gef e û divê gelek bi hûrgilî çavdêriya liv û tevgerên wê were kirin.

Bruksel (K24) – Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg derbarê gefên DAIŞê de bersiva pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê da û ragihand, DAIŞ hîn jî geş e û divê gelek bi hûrgilî çavdêriya liv û tevgerên wê were kirin.

Alexander Schallenberg ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Awusturya beşek e ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, em nikarin vê rastiyê bidin aliyekî ku DAIŞ hîn jî gef e, ne tenê li Rojhilata Navîn, li rojhilat û rojavayê Efrîqayê jî di bin navên çend grûpên diyarkirî de ne.”

Schallenberg destnîşan kir: “Divê em gelek bi hûrgilî çavdêriya DAIŞê bikin, çimkî em naxwazin careke din bi awayekî neyênî rastî surprîzekê bên. Em naxwazin DAIŞ car din serî hilde.”