Hûrgiliyên bûyera kuştina welatiyên Dohukî aşkere dibin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Tohmetbarên kuştina pênc welatiyên Duhokê li xwe mikur hatin. Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê bi dest xistine, tohmetbaran di îfadeya xwe ya li dagehgê de gotine ku hin kesan gefa kuştina malbata wan li wan xwariye û ji wan hatiye xwestine ku ew hin kesên Iraqî bikujin û wan jî ji ber vê yekê ev welatiyên Duhokî kuştine. Ji pênc tometbaran çar hatine girtin û yek bi mercên dadî hat berdan.

Ev ew tohmetbar in ku di şeva 19ê Rêbendanê de li ser riya Nisêbîn û Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê kuştine. Piştî çar roj binçavkirin û lêpirsîna wan ew di nava bergiriyên berfireh de bo dadgehê hatin rêkirin. Tometbarên bi navên F.A û A.K li xwe mikur hatin ku wan her pênc welatî kuştine. Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê bidestxistine, tometbar F.A di îfadeya xwe de gotiye; hevalê wî A.K bi riya sê kesên bi navênTolga, Mehmet û Ugur gefa kuştina malbata wî li wî xwariye û wî jî ewil bi riya Western Unionê 400 hezar lîre ji bo A.K rêkiriye.

Li gorî zanyariyan, F.A di îfadeya xwe de gotiye ku, ew bi kuştina malbata wî hatiye tehdît kirin û ji wan re hatiye gotin ku divê ew malbatekî Iraqî bişelînin û herî kêm du Iraqiyan bikujin û wan jî ji ber vê yekê ev bûyer pêk anîne. Li gorî mafnasan ev bûyereke nezelal e û divê bi her aliyê xwe bê zelalkirin.

Mafnas Veysel Vesek ji K24ê re got: “Ev ne bûyereke asayî ye, bûyereke awarte ye. Ev 20 sal in ku ez mafnas im min heta niha bûyereke bi vî rengî nedîtibû. Lazim e bi her awayî lêkolîneke berfireh bê kirin û bûyer bi her aliyê xwe bê ronîkirin. Li gorî tiştên ku niha di lêpirsînê de xûya dikin ne ji ber şelandinê ev kuştin kirine.”

Herdu tohmetbarên sereke yên bi navên F.A û A.K tawanê diavêjin ser hevdu. Li gorî zanyariyan, A.K di îfadeya xwe de gotiye ku, ew û F.A herdu jî deyndar bûne. Ji aliyê din ve tohmetbarê bi navê F.A di îfadeya xwe de dibêje; wî ev malbat nas nedikir lê li Duhokê di sîteya wan de bi şev nobedarî kiribû. Herwiha gotiye wan ewil xwestine ku êrişî otomobîleke din a Iraqî bikin lê negihiştine wê. Li gorî ku A.K dibêje; wan bi hêceta ku tekerê wan teqiyaye destê xwe li otomobîlan rakirine û ev otomobîla welatiyên Dohukî ji bo arîkariyê li wan sekinîye. Mafnas dibêjin; kujer bi 40 sal sizayên giran dê bêne sizadan.

Mafnas Erkan Yavuz dibêje: “Di dawiya dadgehkirinê de ji ber kûştina mirovan sizayê muebet li kûjeran tê birîn. Heger tespit bibe ku van kesan ev bûyer kirine dê her tometbarek sizayê giran yê pênc muebetan bixwin.”

Li gorî zanyariyan, tohmetbara jin a bi navê Ç.B jî di îfadeya xwe de dibêje; A.K destgirtiyê wê bûye û piştî bûyerê, bi demanceyekê çûye nik wê û wê jî demance veşartiye û dûvre radestî cendermeyan kiriye û ew jî hatiye binçavkirin. Tohmetbarê bi navê M.Y jî dibêje; haya wî ji vê bûyerê nîne û wî ji beriya bûyerê otomobîl daye A.K kirê. Herdu tohmetbarên sereke F.A û A.K, li gel M.Y û Ç.B hatine zindanîkirin. Tohmetbar M.Ş jî dibêje; ti pêwendiya wî bi bûyerê ve nîne, ew bi mercên dadî hat berdan. Proseya lêpirsîna bûyerê û dadgehkirina tohmetbaran dê dewam bike.