Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ji bo gotûbêjkirina namzedê xwe yê bo Serokomariyê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ji bo gotûbêjkirina destnîşankirina namzedê xwe yê bo postê Serokomariyê dicive.

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ku serperiştê wê HDP ye. dê îro ji bo gotûbêjkirina pirsa diyarkirina namzedê xwe yê bo postê Serokomariyê bicive. Ji bo namzediyê jî navê hevşaredara berê ya zindanîkirî ya Diyarbekirê Gultan Kişanakê derbas dibe.

Piştî namzed were destnîşandkirin, Hevpeymaniya Ked û Azadiyê dê çavereya namzedê Maseya Şeşalî be. Li gorî zanyariyan,Heke ji bo namzedê hevbeş Maseya Şeşalî bi HDPê re bicive, HDP dê vekişandina namzedê xwe gotûbêj bike. Heke Maseya Şeşalî çi gavan neavêje, Hevpeymaniya Ked û Azadiyê dê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartinê bibe.

Her derbarê diyarkirina namzedekî hevbeş jî, hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş hefteya borî careke din banga destnîşankirina namzedekî hevbeş li opozîsyona Tirkiyê kir.

Dermîrtaş daxwaz ji bloka sereke ya opozîsyonê “Maseya Şeşalî” kir ku bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hevkariyê bike, da ku di hilbijartinên serokatî û parlamentoyê de bi ser bikevin.

Ev yek di demekê de ye, duhî 23ê Çileya 2023an Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê  derbarê hilbijartinên Tirkiyê de ragihand: “Piştî nirxandinên berfireh, me dît ku roja 14ê Gulana 2023an ji hemû aliyan ve ji bo hilbijartinan roja herî guncaw e.”