Droneke artêşa Tirkiyê li Eyn Îsa kete xwarê

Droneke Tirkiyê
Droneke Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke artêşa Tirkiyê li navçeya Eyn Îsa ya li bakurê Reqayê kete xwarê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro danê sibê droneke çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê ji ber sedemeke teknîkî li gundê Ebû Sura yê li navçeya Eyn Îsa ket xwarê.

Ji aliyê xwe ve medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve ragihand, drona çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê ji ber sedemeke nediyar ve li gundê Ebû Sura yê li navçeya Eyn Îsa ketiye xwarê.

Di dema dawî de, artêşa Tirkiyê bi awayekî zêde bi riya dronan êrîşî navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDê de dike û di encamê de sivîl jî dibin qurbanî.