Alîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî gihîşt Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Siyasî û Aştiyê Rosemary DiCarlo bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro 24/1/2023an li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Alîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Siyasî û Aştiyê Rosemary DiCarlo û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di merasima pêşwaziyê de, Berpirsê Ofîsa Netewên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê amade bû.

Biryar e Alîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Siyasî û Aştiyê di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.