Wezîrê Derve yê Holendayê: Hêzên me li Iraqê dimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Holendayê ragihand, hêzên wan dê îsal jî li Iraqê bimînin û hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî perwerde bikin.

Wezîrê Derve yê Hollandayê Wopke Hoekstra îro 24ê Çileya 2023an di bersiva pirsa peyamnêrê K24ê ya derbarê civîna wî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Korbenda Aborî ya Davosê de ragihand, wan bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re çend mijarên girêdayî ewlehî, aborî û penaberan gotûbêj kirine.

Wezîrê Derve yê Hollandayê ragihand jî: “Îsal hêzên me dê li Iraqê bimînin û hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî perwerde bikin.”

Roja Pênşemê 19.01.2023 Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê beşdariya di Korbenda Aborî ya Davosê de bersiva peyamnêrê Kurdistan24ê da û ragihand, “ev korbend îsal 2500 kes tê de beşdar bûn ji welatên cîhanê û mijarên girîng hatin axaftin, mijarên enerjiya paqij û enerjiya cîgir, herwiha mijara asayîşa xurekê, asayîş û seqamgîriya welatan û navçeyan, bi taybetî piştî serîhildana şer û kêşeyan li Ewropayê û herwiha guherîna keş û hewayê û bandorên wê, hatin axaftin. Em li ser hemû van mijaran ligel welatan axivîn.”

Got jî: “Pêgeheke girîng a Kurdistanê heye, him ji aliyê enerjiyê û him jî ji aliyê xurekê ve. Ji aliyê asayîş û seqamgîriyê ve jî, beriya niha roleke aktîv a Kurdistanê hebûye di rûbirûbûna terorîzmê û di dabînkirina seqamgîriya navçeyê de.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Me karî pêwendiyên xwe ligel dostên xwe yên qedîm nû bikin û ligel xelkê nû jî pêwendiyan dirust bikin. Ji aliyê aboriyê ve jî, me daxwaz kiriye ku werin berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û ji aliyê aborî û heta sîtema bankî, ku bernameyeke me ya têr û tije ya reforma bankî heye, veberhênanê bikin û em ê jî alîkar bin.”