Li Iraqê komîteyek ji bo serjimêriya giştî hat avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Plandananê ya Iraqê komîteyek ji bo serjimêriya giştî ya Iraqê pêk anî û ragihand, serjimêrî dê li Herêma Kurdistanê jî bê kirin.

Wezareta Pilandananê ya Iraqê ragihand îro ragihand, Komîsyona Bilind a Serjimêriya Giştî ya Niştecihan û Niştecibûnê li Iraqê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê Mihemed Elî Temîm hat avakirin.

Wezareta Pilandananê di daxuyaniyekê de ragihand, “Hikûmetê tekezî li ser giringiya cîbicîkirina serjimêriya giştî ya xelkê kiriye û kar dike ji bo dirustkirina mercên pêwîst û diyarkirina roja guncaw ji bo pêkanîna serjimêriya giştî.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de Wezareta Plandanan a Iraqê ragihand, di vê serjimariyê de Herêma Kurdistanê jî li xwe digire.

Serjimara dawîn li Iraqê di sala 1997an de hat kirin. Niha jî hejmara nifûsa Iraqê nêzî 42 milyonî kesî tê texmînkirin.