Lijneya Jenosîdnasandina Tawanên DAIŞê piştgiriya biryara Parlamentoya Almanyayê dike

Hewlêr (K24) – Lijneya Bilind a Jenosîdnasandina Tawanên DAIŞê ya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser biryara Parlamentoya Almanyayê ya ji bo jenosîdnasandina tawanên DAIŞê yên dijî Kurdên Êzidî, daxuyaniyek belav kir.

Îro Sêşemê 24ê Çileya 2023an, Lijneya Bilind a Jenosîdnasandina Tawanên DAIŞê ya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînek encam da û bi daxuyaniyekê, piştgiriya xwe ji bo biryara Parlamentoya Almanyayê ya li ser jenosîdnasandina tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî nîşan da.

Lijneya Bilind a Jenosîdnasandina Tawanên DAIŞê spasiya parlamento, gel û hikûmeta Almanyayê dike û ragihand, ew spasiya wan welatan jî dike ku tawanên DAIŞê wek jenosîd nas kirine, herwiha ew ji bo ku welatên jî heman pêngavê biavêjin, dixebitin.

Hat destnîşankirin ku nasankirina tawanên DAIŞê wek jenosîd, berpirsyariyeke yasayî û mirovî. Herwiha piştgiriya wan xalan dikin ku bi dadgehîkirina tawanbaran û qerebûkirina qurbaniyan û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ve girêdayî ne.

Lijne eşkere dike ku saziyên pêwendîdar di komkirina data û zanyarî û belgeyan de berdewam in, herwiha arşîvkirina belgeyan û hevahengiya ligel tîma UNITAD ji bo pêkanîna dadperweriyê, didomînin.

Piştî nirxandina yasayî ji aliyê lêkolînerên Neteweyên Yekgirtî, roja Pêncşemê 19ê Çileya 2023an, Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kir.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock piştî biryara parlamentoya welatê xwe ya li ser naskirina jenosîda Kurdên Êzidî, peyamek belav kir û ragihand: “Bundestag biryar da ku navê sûcên DIŞIê yên li dijî Êzidiyan bike: jenosîd.”

Baerbock diyar kir: “Berî sê sala min jinên Êzîdî li bakurê Iraqê nas kirin: Ew hatibûn revandin, bûbûn kole û qurbaniyê destdirêjkirinê. Ev êşa wan min ti carî bernade. Bundestag biryar da ku navê sûcên DIŞIê yên li dijî Êzidiyan bike: jenosîd.”

Wezîra Derve ya Almanyayê destnîşan kir: “Em dizanin ku ti biryareke parlemantoya di vê cîhanê de nikare êşên wan ji holê rake. Lê ez ji kûr ve bawer im ku ev biryar cûdahiyekê çêdike: belê ev gavek girîng e ber bi qebûlkirina êşan, herwisa çespandina edaletê ji bo rizgarbûyan.”

Herwiha diyar kir: “Welatê me niha mezintirîn dîaspora Êzîdî ya cîhanê ye. Dengdana îro deyndarê rola wan a bê westan e.”