Bazirganiya navbera Iraq û Sûriyê dest pê dike

Balyozê Sûriyê yê li Iraqê Setam Cedan ragihand, piştî çendîn sal ji rawestanê, di demeke nêz de rê ji bo hatûçûna barhilgirên Sûrî û Iraqê bo xakên herdu welatan tê vekirin.

Hewlêr (K24) – Balyozê Sûriyê yê li Iraqê Setam Cedan ragihand, piştî çendîn sal ji rawestanê, di demeke nêz de rê ji bo hatûçûna barhilgirên Sûrî û Iraqê bo xakên herdu welatan tê vekirin.

Setam Cedan ji medyaya Iraqê re ragihandiye, ligel hikûmeta Iraqê li hev kirine ku di demeke nêz de sînorên herdu welatan li ber barhilgirên bazirganiyê û çandiniyê vekin, bêyî wergirtina ti bac û gumrigê ji barhilgiran.

Balyozê Sûriyê yê li Iraqê eşkere kir, hatûçûna barhilgiran dê di Deriyê Bûkemal re bibe û armanca Sûriyê di vê pêngavê de hinardekirina berhemên xwe bo Iraqê ji wir jî bo welatên Kendavê ye.

Di 15ê Adara 2011an de şerê navxwe li Sûriyê dest pê kir, vî şerî tenê kuştin, malwêranî, awareyî û birçîtî ji bo gelên Sûriyê anî, ji ber şer deriyên bazirganiyê jî bi rûyê Iraq û hejmarek welatên din hatine girtin.