Baroya Diyarbekirê: Li Tirkiyê mafên parêzeran di metirsiyê de ne

Li Baroya Diyarbekirê di “Roja Parezerên di bin Metirsiyan de” civîneke çapameniyê hat lidarxistin û bal hat kişandin ku dema li welatekî, binpêkirina mafan zêde be, mafparêz jî dibin armanca pergalê.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Baroya Diyarbekirê di “Roja Parezerên di bin Metirsiyan de” civîneke çapameniyê hat lidarxistin û bal hat kişandin ku dema li welatekî, binpêkirina mafan zêde be, mafparêz jî dibin armanca pergalê û li Tirkiyê jî, tundî û pêkutiyên li ser parêzeran her diçe zêde dibin.

Parêzerên Baroya Diyarbekirê, balê dikşînin ser wê yekê ku li Tirkiyê her ku diçe binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin û pêve girêdayî jî, stûna parastinê ya dadweriyê jî, ji aliyê destjhilatdarî û pergalê ve tên armanc kirin. Bal hat kişandin ku Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê jî, di encama wan polîtîkayan de hatiye kuştin û bang û daxwaz hat kirin ku saziyeke ji bo parastina mafan û mafparêzan bê dirustkirin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ji K24ê re diyar kir: “Karê parêzerî jixwe pîşeyeke bi metirsîdarî ye. Gelek caran aliyên dozê wan jî wek alî dibînin û parêzer dikevin bin gef û êrişan. Lê mixabin di salên dawî de, li gel wan metirsiyan, saziyên civakî û fermî jî armanckirin û gefên xwe li ser parêzeran zêde dikin. Bi taybetî jî polîtîkayên ewlekarî ku piştî 2015an dest pê kirine, hemû maf tên binpêkirin û wek mafparêz parêzer jî tên armanckirin. Yanî li Tirkiyê parêzer û Baro û mafparêz, di serdemên ku binpêkirin zêde dibin de, bi metirsiyên tund re rûqal dimînin.”

Li gor rapora ku ji aliyê Baroya Diyarbekirê ve hat ragihandin, di sala 2022an de, li bajarên Bakurê Kurdistanê, li hember 42 parêzeran tundî û pêkutî pêkhatine.

Endamê Komîsyona Parastina Mafên Parêzeran Behlul Barlik ji K24ê re diyar kir: “Ji ber rewşa siyasî ya li Tirkiyê jî, parêzer di bin gef û metirsiyên giran de ne û ev jî ji aliyê mafparêzî û hiqûqê ve mijareke girîng e. Me di raporê de, li baroyên herêmê 42 gef û metirsiyên li ser parêzeran tomar kiriye, lê wek binpêkirinên din, di rastî de zêdetirê van daneyan pêk hatine. Em dibînin ku %38ê wan gef û metirsiyan bi destên hêzên ewlehiyê, ji %31 jî bi destên endamên dadwerî û darazî pêk hatine. Yanî dema ku aliyê siyasî yê dosyayê hebe, parêzerên dozan jî ji aliyê peywirdarên deletê ve tên armanckirin.”

‘Roja Parêzerên di Bin Metirsiyan de’ piştî ku ji aliyê grubeke alîgirên Franko ve, li Madrîd a Îspanyayê 5 parêzer ji ber karê xwe kirine tên kuştin, di 24’ê Rêbendana 1977’an de hatiye pejirandin û li Tirkiyê jî ji sala 2010an ve ji aliyê Baroyan ve tê bibîranîn. Bibîranîna 2019’an ji bo yadkirina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku hatibû kuştin, hatiye sipartin.