Serokê Herêmê û Şanda Netewên Yekgirtî mijara hilbijartinan û rewşa Şingalê gotûbêj kirin

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Netewên Yekgirtî kir û mijara hilbijartinan, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, şerê dijî terorê û rewşa Êzidiyan û Şingalê gotûbêj kirin.

Îro Sêşemê 24ê Çileya 2023an, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Birîkara Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Siyasî û Pêkanîna Aştiyê Rosemary DiCarlo û şanda pê re kir, ku ji Nûnera Taybet a Netewên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û hin nûnerên Netewên Yekgirtî pêk dihat.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma di civînê de rewşa Herêma Kurdistanê, hewldanên aliyên siyasî yên ji bo lihevkirina li ser hilbijartinan, nêrînên komîsyona hilbijartinan û pêkhateyên derbarê hilbijartinan de, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, şerê li dijî terorê, rewşa Êzidiyan û Şengalê hatin gotûbêjkirin.

Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kiriye ku, zemîneke guncaw ji bo hevdîtin û danûstandinên di navbera partiyên siyasî bi taybetî YNK û PDKê de  heye û ev yek jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildarî hilbijartinan û diyarkirina roja dengdanê hêsan dike.

Nêçîrvan Barzanî pesnê rola Netewên Yekgirtî ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê daye û ragihandiye ku NY piştevaniya çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramî û aştiyê li navçeyê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kiriye û diyar kiriye ku hewl tê dayîn di navbera aliyan de diyalogeke erênî çêbibe û pirsgirêkan çareser bikin, çareserkirina pirsgirêkên wek yasaya bûdce, yasaya petrol û gazê û dabeşkirina dahatê dê bibe sedema aramî û aştiya Iraqê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku herdu aliyan li ser giringiya cîbicîkirina rêkeftina bernameya Hikûmeta Federal a Iraqê hevnêrîn bûne û hat amajekirin ku divê hevahengî û hevkariya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê di warên wek cîbicîkirina madeya 140 û şerê li dijî DAIŞê de berdewam be.

Herwiha di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye kirin.

Di beşeke din a civînê de Iraq, welatên cîran û navçeyê û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş, hatine gotûbêjkirin.