Amnesty: Divê rêjîma Sûriyê dorpêça li ser herêmên Kurdî yên bakurê Helebê rake

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) dibêje, divê hêzên rêjîma Sûriyê dorpêça ku li ser sivîlên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piraniya wan Kurd in sepandine, rake.

Amnesty duhî di raportekê de ragihand, hêzên rêjîma Sûriyê dorpêçeke tund li ser her du taxan û gundên herêma Şehbayê sepandine û tekez kirin ku ew gihîştina sotemenî û pêdiviyên din ên jiyanê yên sereke bo wan devran asteng dike.

Hêzên rejîmê ji Tebaxa 2022an ve bi deh hezaran sivîl, di nav wan de koçberên navxweyî bi taybet ên Efrînê hene, li taxên Kurdan ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) û nêzîkî 50 gundên herêma Şehbayê yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, xistine bin dorpêçeke tund û rê nade sotemenî, derman û pêdiviyên din ên jiyanê bigihe wan.

Li gorî rapora Amnesty, pêdiviyên bijîşkî niha li wan deveran qediyane û xelk di vê werzê Zivistanê ji bo xwegermkirinê, alavên malê û plastîkan dişewitînin.

Kesên ku Amnesty bi wan hevpeyvîn kirine gotin ku ji dawiya meha Tebaxa sala borî ve, hêzên rêjîmê û bi taybet “Firqeya Çaran” a ser bi Mahir Esed ve, derbasbûna sotemeniyê bo navçeyên dorpêçkirî, gelekî sînordar kirine. Di encamê de jî, ev tax rojane tenê du demjimêran elektrîkê werdigirin.

Bijîşkekî ku li nexweşxaneyeke herêma Şahba kar dike ji Rêxistina Amnesty re got: “Em gelekî bi tirs in ku sotemeniya jeneratora nexweşxaneyê bi dawî bibe. Pirsgirêk ew e ku em nikarin elektrîka hin beşên nexweşxaneyê wek beşa lênêrîna giran, odeya neştergeriyê an jî navenda lênêrîna hûr qut bikin, ji ber vê yekê pêwîstiya me bi elektrîkê 24 demjimêran heye.”

Mistefa jî yek niştecihên taxa Şêx Meqsûd e dibêje: “Êş û azarên rastî, dema ku rewşa keşûhewayê xirabtir bû, dest pê kir. Ji ber ku qaçaxçiyên ku bi piraniya wan ji hêzên rejîmê ne, nêzîkî du milyon û 400 hezar lîre ji bo her bermîleke mazotê distînin, ku berî berî dorpêçê, bi qasî 75 hezar lîreyên Sûrî bû.”

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê wek taxên Kurdan tê nasîn û nêzîkî 200 hezar kes lê dijîn. Herêma Şehbayê jî di navbera herêma Efrîn û Helebê de ye û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, dora 150 hezar Efrînî li 5 kampan û li gundên wê herêmê bicih bûne.