Welatiyên Bakur û Başûrê Kurdistanê: Em hevparê xweşî û nexweşiyên hevdu ne

kurdistan24.net

Diyarbekri (K24) – Kuştina pênc welatiyên Duhokî, di nava raya giştî yê Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de xemeke mezin peyda kir. Welatiyên her du aliyan dibêjin; bi salan e tên û diçin û pêwendiyan wan li gel hev hene û divê rê neyê dayîn ku aşitî û aramiya herdu aliyan bê tekbirin.

Rojane bi hezaran welatî ji Herêma Kurdistanê bi vê riyê re derbasî bajarên Bakur û Tirkiyeyê dibin û vedigerin Herêmê. Bi sedsalan e hatûçûna di navbera Bakur û Herêma Kurdistanê de bênavber berdewam dike. Lê ji ber kuştina her pênc welatiyên Duhokî van rojan çûnehata ji Herêma Kurdistanê bo bajarên Bakur; bi taybetî jî bo Mêrdînê kêm bûne. Xelkê Mêrdînê dibêjin; ew hevxemên kesûkarên qurbaniyan in û dixwazin ku bûyer bi her awayî bê zelalkirin.

Dikandarê Mêrdînî Îzzet Kavan: “Mêvanên me ji Kurdistanê, ji Iraqê, ji Dohukê tên. Kesên tên hemû mêvanên me ne. Hemû jî wekî me ne, em ji wan hez dikin. Ew jî ji me hez dikin. Em yek milet in, zimanê me yek e. Xwezî ew bûyer çênebûya.”

Nûnerê Platforma Sazıyên Sivîl Yên Mêrdînê Necmedîn Başboga: “Dilnexwazên me dixwazin di navbera me de tirs çêbîbe. Xêrnexwazên me dixwazin biratiya me û hezkirina me xirab bibe. Divê em rê nedin ku xêrnexwazên me bigihin armanca xwe.”

Karsaz Evdılhelîm Aydin: “Bi rastî em gelekê ketin xema qurbaniyan, ew birayên me bûn, wekî me bûn. Heta niha bûyereke bi vî rengî li cem ne çênebûye, me neditiye, me nebihîstiye. Em birayên hevdu ne. Bila welatiyên Herêma Kurdistanê werin û netirsin. Em jî dê biçin, ew jî tên. Ew der mala me ye û ev der jî mala wan e.”

Welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê rojane ji bo çareseriya pizîşkî, karûbarên bazirganî, geştyarî û herwekî din serdana bajarên Bakur dikin, li otelan dimînin, danûstandinê dikin. Ew dibêjin; heta niha bûyereke bi vî rengî nedîtibûn û her ji rayedarên dewleta Tirkiyeyê dixwazin bûyer bê ronîkirin û ew jî di nava ewlehî û aramiyê de bên û biçin.

Welatıyê Dohukî Ekrem Ehmed: “Em diçin nexweşxaneyê, bi rastî rûdana van bûyerên bi vî rengî gelekê nexweş e. Em dixwazin li vir aramî hebe, em tên, ew tên nig me. Em naxwazin careke din ev bûyer dûbare bibin.”

Welatıyê Hewlêrî Zana: “Tirkiye, wekî mala ya duyem e. Min li Mêrsînê xaniyek jî heye. Em welatiyên vêderê wekî malbata xwe dizanin. Pêwendiyên me bihêz in.”

Welatıyê Hewlêrî Saman:“Bi salan e  ez têm û diçim heta niha jî ti kesekî ji min re negotiye ji kûderê têyî bi kûderê ve diçî.  Ev bûyer bûyereke ne zelal e.”

Welatiyên Bakur û Herêma Kurdistanê radigihînin ku; ew her xûşk û bira ne, şîrîkên xweşî û nexweşiyên hevdû ne û dê bi hêzkirina pêwendiyan rê nedin ku aramî û ewlehiyan herdu aliyan bê tekbirin.