Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê bo K24: Me li Parlamentoya Ewropayê pirsên ewlehiyê gotûbêj kir

Bruksel (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê Pal Jonson îro Çarşemê 25ê Çileya 2023an bo Lijneya Berevanî û Asayîşê ya Parlamentoya Ewropayê hat vexwendin, ji aliyê parlamenteran ve çendîn pirsyar arasteyî wî hatin kirin.

Piştî civînê, Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê Pal Jonson di daxuyaniyeke taybet ji Kurdistan24ê re naveroka civîna xwe eşkere kir û ragihand, di rûniştinê de çendîn mijarên girîng hatine gotûbêjkirin, ji wan; bihêzkirina Ewropayê, asayîşa welatan, metirsiya gefa elektronîk û sêyem rêkeftina navbera NATO û Yekîtiya Ewropayê.

Seroka Lijneya Berevanî û Ewlehî û Asayîşê Nathalie Loiseau serperiştiya civînê kiriye, ku Loiseau hefteya borî ji Kurdistan24ê re ragihandibû, şerê dijî DAIŞê bi dawî nebûye û Parlamentoya Ewropayê vê mijarê her dem girîng dibîne.