Li Almanyayê êrîşkarekî bi kêrê 2 kes kuştin û 5 kes jî birîndar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsê Federal a Almanyayê ragihand, li gor lêkolînên destpêkê, kesekî li nav trênê bi kêrê êrîş kiriye ser rêwiyan û du kes kuştine û pênc kes jî birîndar kirine.

Hat eşkerekirin ku êrîşkar hatiye desteserkirin û gumana wê yekê heye ku êrîşkar xelkê Sûriyê be.

Trên ji Kielê ber bi Hamburgê diçû bo rawestgeha Brokstedt, hîn sedemên encamdana vê êrîşê ne diyar in û rawestgeha Brokstedt bo çend demjimêran hat girtin.

Li gor zanyariyên rojnameyeke Almanî, gumana wê yekê heye ku êrîşkar kesekî Sûrî be.