Wezîrê Dewletê yê Almanyayê bo Karûbarên Derve gihîşte Herêma Kurdistanê

Hewlêr (K24) – Wezîrê Dewletê yê Almanyayê bo Karûbarên Derve Tobias Lindner bi serdaneke fermî gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, şanda Almanyayê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin.

Biryar e, Wezîrê Dewletê yê Almanyayê bo Karûbarên Derve Tobias Lindner îşev ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.

Şanda Almanyayê bi serokatiya Tobias Lindner di çarçoveya serdana xwe ya Hewlêrê de, sibe dê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.