Bi fermana Serokwezîr, hêsankariya zêdetir ji bo projeyên veberhênana biyanî tê kirin

Hewlêr (K24) – Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Desteya Veberhênanê lêkolînê li ser kêşe û astengiyên li ber projeyên veberhênana biyanî yên li Herêma Kurdistanê dike.

Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 25ê Çileya 2023an bi daxuyaniyekê ragihand, Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî bi yaweriya Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Konsulê Giştî yê Fransayê Olivier Decottignies û Cîgirê Konsulê Erebistana Siûdî Xalid El Şemranî, serdana kargeha Safî Danone ya li Hewlêrê kirin, ku di navbera Erebistan û Fransayê de veberhênaneke hevbeş e û ji sala 2014an ve berhemên xwe li Herêma Kurdistanê û hemû parêzgehên din ên Iraqê dixe bazarê.

Daxuyaniya Desteya Veberhênanê eşkere dike, ev pêngav piştî beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Korbenda Aborî ya Davosê tê, ku li Swîsreyê ligel çendîn kesayetên siyasî, aborînas, karsaz û rayedarên welatan hevdîtin encam dan, herwiha Serokwezîr, Desteya Veberhênanê û sazî û aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê raspartiye, lêkolînê li ser rewşa veberhêner û veberhênana biyanî ya li Herêma Kurdistanê bikin û kêşe û giriftên wan çareser bikin û serdana wan bikin.

Kompaniya Safî Danone li Herêma Kurdistanê xwediyê projeya pîşesaziya xwarinê ye, ku projeyeke veberhênanê ye û di sala 2013an de Desteya Veberhênanê destûr daye û %75 destê kar ê xwemalî ye.