Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê biryara Dadgeha Federal de daxuyaniyek da

“Dadgeha Federal dîsa dijayetiya xwe bo mafên destûrî û heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê dubare kir.”

Hewlêr (K24) – Li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku di biryara xwe de şandina mehane 200 milyar Dînar bo Herêma Kurdistanê wek neyasayî bi nav kiriye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Dadgeha Federal dîsa dijayetiya xwe bo mafên destûrî û heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê dubare kir.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Mixabin îro Dadgeha Federal dîsa dijayetiya xwe bo mafên destûrî û heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê dubare kir. Ev helwesta nû ya vê dadgehê, tekezîkirina li ser domandina siyaseta nerewa û dijayetiya xwe ya li hember Herêma Kurdistanê nîşan dide, di vê demê de ku keşeke erênî û nêzîkbûnek di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de dirust bûbû ji bo rêkeftin û çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê, lê belê mixabin îro dadgeh, li şûna ku piştevaniya vê keş û hewaya erênî bike, di biryareke nerewa û dijî xelkê Kurdistanê de, rêgirî li şandina wê budceyê kir ku biryar bû ji aliyê Hikûmeta Federal ve bo Herêma Kurdistanê were şandin.”

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn car şanda xwe şandiye Bexdayê û di serdana herî dawî de jî, li Bexdayê gotûbêjên gelek berhemdar hatin kirin û herdu aliyan niyetpakiya xwe ji bo çareserkirina kêşeyan di çarçoveya destûrê de û li gor wê karnameya ku aliyan li ser wê li hev kirine, dubare kirine.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Herêma Kurdistanê, herêmeke federal a destûrî ye û ev biryar, binpêkirina eşkere ya destûra Iraqê ye. Herwiha li dijî rêkeftina aliyên îdareya dewletê ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû û li dijî karnameya wezarî ya hikûmeta Iraqê ye ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye pesendkirin û tê de di birgeyekê de bi zelalî behsa xwedûrxistina ji her rêkarekî dike ku kêşeyan aloztir bike. Loma em vê biryara Dadgeha Federal, ne tenê wek biryareke li dijî Herêma Kurdistanê, di heman demê de li dijî hikûmeta nû ya Iraqê û aliyên pêkhênerên hikûmetê dibînin û divê helwesteke wan a zelal û eşkere li hember biryar û reftarên nerewa yên Dadgeha Federal hebe.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar dike: “Her wek di karnameya wezarî ya hikûmeta Iraqê de jî hatiye ku hemû aliyên beşdar li ser rêkeftin kirine, divê di nava şeş mehan de projeyasaya Dadgeha Federal der biçe, çimkî di siya vê dadgeha niha de, ku li gor destûrê nehatiya avakirin, ti derfetek ji bo çareserkirina kêşeyan tune ye û nabe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Herêma Kurdistanê rêz li destûr û yasa û dadgehên rewa digre, lê belê ev dadgeh bi awayekî destûrî pêk nehatiye û nehatiye rêkxistin û nikare wek dadgeheke federal biryar bide, loma em biryarên wê red dikin û ji Hikûmeta Federal daxwaz dikin, nekeve bin vê biryarê û ji bo şandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê, pabendî sozên xwe be.”